• Monday, 23 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin

Gulan Media October 25, 2016 Nûçe
Hêzên Pêşmerge 2 gundên din rizgar kirin
Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de kontrola gundên Batman û Xursebadê xistin destên xwe.

Li gorî daxuyaniya Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êminkî, hêzên Pêşmerge di berdewamiya operasyona rizgarkirina Mûsilê de pêş ve diçin.

Di vê çarçoveyê de gundên bi navê Batman û Xursebatê ji destê terorîstên DIŞIê hatin derxistin. Serfermandarê Pêşmergeyen herwiha got: DIŞIê li wan navçeyan gelek bombe û mayîn danîne û gelek mal û xanî tije bombe kirine, lewma Hêzên Pêşmerge hêdî hêdî pêşde diçin."
Top