Li Kerkûkê Pasewanekî Sedam Hisên hate girtin
Di çarçoveya lêgerîn û dûvçûn derbarê êrîşa ku, li ser bajarê Kerkûkê hatî kirin Rêveberê Polîs û Asayîşên nahiye û qezayên Kerkûkê emîd Serhed Qadir ji K24ê ragehand ku, set 4 berbanga îro, li nahiya Daqûq kurê xaleta Sedam Hisên yê bi navê Nezhan Himûd Ebdulxenî ku, berî niha di Asayîşa taybet de kar dikir hate girtin.
Da zanîn ku, dema hat girtin 4 corên çel ligel bûn û 4 mertal, herwiha hin pêdiviyên leşkerî, aşkere kir ku, ew pasewan Îna borî li gel çekdarên DAIŞê hatibû bajarê Kerkûkê.
Îna borî hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, di encam de hejmarek endamên asayîşê û welatiyên sivîl şehîdbûn.
K24
