• Monday, 23 February 2026
logo

ENKS êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava şermezar kir

Gulan Media October 25, 2016 Nûçe
ENKS êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava şermezar kir
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Tirkiyê bi bihaneya parastina sînorê xwe, deverên Kurdistana Sûriyê topbaran dike.

ENKS’ê amaje kir ku Rojhilata Navîn li pêş guhartinane, loma bûye metirstirîn devera ku gefê li ewlehî, aştiya û pêşeroja gelên herêmê dike.

Herwiha ENKS’ê di daxuyaniya xwe de ji dewleta Tirkiyê xwast ku danûstandina bi zimanê tundûtûjiyê bi doza dadwerane ya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji bilî tund û kerasatê bi xwe re nîne.

Ji hefteyekê ve, topxane û firokeyên artêşa Tirkiyê herêma Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ve bi bihaneya parastina sînorê xwe, bombebaran dikin û gelek xelkên sivîl jî dibin qurbanî.

ENKS’ê amaje kir ku ji van tiştên ku li herêmê rû didin, erkê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dixe ser milê civaka navdewletî û welatên bihêz û bi taybet Amerîka û Rûsya, da ku bobelatên bi serê gelê Sûriyê ve tên, bidawî bînin.
Top