Îsraîl: Ev dê şerê dawiyê be
Wezîrê Parastina Îsraîlê Avigdor Lieberman di hevpeyvînekê bi rojnameya El Qudsê re de got, welatê wî dê Hamasê bi temamî ji holê rake.
Avigdor Lieberman diyar kur ku niyeta Îsraîlê nîne ku li Xazeyê, Şerîaya Rojava, Lubnan yan jî li Sûriyê şereke nû bide destpêkirin.
Lieberman got polîstakayên Hamasê yên “sosret” dê dawiyê li Xazeyê bîne û got: “Rawestandina Hamasê erka hemû filîstiniyan e.”
Wezîrê Parastina Îsraîlê wirha anî ziman welatê wî dê cara dawîn bi Hamasê re şerî bike û wiha domand: “Ji ber ku em dê wan bi temamî ji holê rakin.”
Rudaw
