• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîrê Swêdê li Hewlêrê ye

Gulan Media October 25, 2016 Nûçe
Serokwezîrê Swêdê li Hewlêrê ye
Serokwezîrê Kurdistanê li pêşwaziya serokwezîrê Swêdê
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löven, êvariya roja duşemê 24.10.2016ê, gihişte bajarê Hewlêrê û li balefirxaneya Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîrê Swêdê û şandeya pê re di vê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de dê digel Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bicive û çend mijarên giring weke; alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de, cenga dijî terorîstên DAÎŞê û têkeliyên navbera Swêd û Kurdistanê gotûbêj bikin.


Weke tê zanîn her ji destpêka êrîşa terorîstên DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê, welatê Swêd di warê meşiq û rahînanên leşkerî û alîkarîkirina koçber û penaberan de hevkariya Herêma Kurdistanê dike û alîkaruyên wê berdwam in.

Di merasima pêşwazîkirina serokwezîrê swêdê û şandeya pê re re, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û karûbarên pêşmerge bi wekalet, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê amade bûn.

Top