New York Times: Planên Tirkîyê li Îraqê ji armancên Amerîka mezintirin
Serkirdeyekê serbazî yê Amerîka ku nexwast navê xwe aşkere bike, bo rojnameya New York times ragehand; Amerîka hewl dike ku êrîşên Tirkîyê û hebûna hêzên wî welatî li Îraqê, di çarçeveyê hevpeymanîya Navdewletî dabe, lê heta niha ew yek nehatîye kirin û planên Tirkîyê ji armancên Amerîka mezintirin.
Da zanîn jî; Tirkîyê gelek armanc li Îraqê hene, ji wana, jinavbirina PKKê, parastina Turkmanan û kêmkirina rolê Îranê di wî welatî da.
Zalmayê Xelîl Zade, balyozê berê yê Amerîka li Îraqê berî çend rojan di gotarekê da li rojnameya Neşyonal întirêst ragehandibû; dûr nîne şer di navbera Îraq û Tirkîyê da peyda bibe.
War.tv
