• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞî çawa gihiştine Kerkûkê?

Gulan Media October 24, 2016 Nûçe
DAIŞî çawa gihiştine Kerkûkê?
Berpirsên ewlekariya Kerkûkê dibêjin, çekdarên DAIŞê ji 170 kîlomtre rê ve hatine Kerkûkê, GPS bikaranîne û di nava Kerkûkê de jî hinek kesan alîkarî dane wan.

Roja 21ê Cotmehê, demjimêr 03.30ê danê sibê, hejmareke çekdarên DAIŞê êrîşî navenda bajarê Kerkûkê, navçeya Dubiz û çend gundekî navbera Kerkûk û Dubizê kirin.

Çekdaran xwestin di serî de avahiya parêzgarî, rêveberiya kevin a polîsan û çend binkeyeke din ê hêzên ewlekariyê kontrol bikin. Lê hêzên ewlekariyê ev derfet neda wan û pevçûn derket. Piştî pevçûnên roja yekemîn, hejmareke çekdaran xwe di nava bajêr de veşartin û hejmareke din jî dema xwestin birevin, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.

Çawa hatine nav Kerkûkê?

Niha pirsyara wê yekê tê kirin, ka gelo çawa karîn ji sînorê pêşmerge û Heşda Şeibî derbas bikin û xwe bigihînin Kerkûkê?

Herçend, derbarê vê mijarê de, ji bo hev tawanbarkirina dezgehên ewlekariyê senaryoyên cuda bên vegotin jî ev yek nayê veşartin ku bêxemiyeke ewlekariyê hebûye.

Beriya mehekî jî çekdarên DAIŞê dize kiribûn û gihiştibûne navçeya Sengavê. Lê dezgehên ewlekariyê li ser vê yekê hemnêrîn in ku DAIŞî, di navbera nahyeya Beşîr û navçeya Daqûqê ve hatine.

Rêveberê Asayîşa PDKê li Kerkûkê Helo Necad dibêje: “Van çekdaran di valatiyeke navbera hêzên Heşda Şeibî û Pêşmerge ya li nêzîk gundê Uzeriye û Beşîr ve dize kirine. Ev navber 4 kîlometre ye.”

Necad diyar dike ku piştî êrîşa li Kerkûkê, paşî hêzên ewlekariyê ev valatî dagirtine.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kekrûkê Serhed Qadir jî dibêje: “Hejmara wan nêzîkê 100 kesan bûye. Ji bo vê êrîşê ji Mûsilê hatine Hewîce. Dema ji Hewîce re derbasbûne 170 kîlometreyan bi ling û otomobîlan hatine.”

Qadir herwiha diyar dike: “Ipad, telefon û nexşeyên wan ketine destê me. Ji bo peydakirina rêya xwe GPS bikaranîne. Herwiha neşxeya va gundan bikaranîne. Li ser nexşeya wan herêmên bin desthilata pêşmerge weke ‘erdê kufrê’ tê binavkirin.”

Li gorî gotina Serhed Qadir piştî ku çekdar ji sînorê pêşmerge derbas bûne, xwe kirine du beş û beşak hatiye ber bi Kerkûkê, ya din jî çûye Dubizê. Ewên hatine Kerkûkê, alîkarî ji xeneyên veşartî yên DAIŞê alîkarî wergirtin û ji gundê Tewêle ve hatine nav bajêr.

Çekdarên DAIŞê di destpêkê de hatine nav taxa Domîz a bajarê Kerkûkê ku piraniya nîştecihên wî ereb in.

Şahidekî wê rojê dibêje: “Hejmareke çekdaran hatine nav mizgefta Domîzê. Deriyê mizgeftê şikînandin. Dibe ku li nav mizgeftê plana dawî amade kiribin. Bi banga sibê re dest bi tevgerê kirin.”

Plan çi bû?

Çekdarên DAIŞê piştî ji mizgefta Domîzê derketin, çûne nav taxên Rûbe, 55, Domîz û rêya Kornîşê, ala xwe bilind kirin û dest bi bangawaziyan kirin. Hejmareke din ê çekdaran êrîşîş binkeya asayîşa Domîzê ya PDKê, avahiya parêzgariyê, rêveberiya kevin a polîsên Kerkûkê, otêl Cîhad û Sinober kirin.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kekrûkê Serhed Qadir plana DAIŞiyan eşkere dike û dibêje: “Nexşeya nav Kerkûkê di destê wan de bû. Di hinir de jî hinek kesan alîkarî dane wan. Li gorî belge û zanyariyên di destê me de, yekîneyekî bi navê Omer Îbnî Xetab, cihên êrîşê, topbarankirinê û kontrolkirinê destnîşan kiriye. Plana wan bi çend qonaxek bûye. Di destpêkê de plan kirine ku demjimêr 09.00ê dibê, hemû taxên erebnişîn ên Kerkûkê kontrol bikin û paşî avahiyên fermî û yên ewlekariyê dagir bikin.”

Serhed Qadir dide zanîn ku 5 yekîneyên çekdaran hebûye û her yekîneyek jî 15 heta 20 kes bûne.

Qadir dibêje: “Erkê her komekî diyar bû. Di nava wan de komek hebû ku bi şkînandina deriyê zîndanên Kerkûkê hatibû erkdarkirin.”

Rudaw
Top