Donald Trump: Karesetekî mezin wê li Mûsilê pêkbê
Namzedê komarxwazên Amerîkayê yê helbijartina Donald Trump li ser tora xwe ya civakî twetterê de li ser rizgarkirina Mûsilê, ragehand, rizgarkirina Mûsilê wê bi karesatekî mezin a bajêr ve temam bibe.
Donald Trump amaje bi vê jî kir, ku berî naha jî derbarê şerê Mûsilê de hişyarî daya hikûmeta Amerîkayê û ragehandiye; ‘’Amerîka çend gêj e.’’
Biryare 08.11.2016ê helbijartina serokatiya Amerîkayê pêkbê û serokê ku bê helbijartin jî wê sala 2017ê de dest bi kar bike.
Basnews
