• Monday, 23 February 2026
logo

Pêşmerge li Şingalê êrîşa berfireh ya Daişê şikand

Gulan Media October 24, 2016 Nûçe
Pêşmerge li Şingalê êrîşa berfireh ya Daişê şikand
Serpereştê hêzên pêşmerge li bereyê Şingalê bo War ragehand, îro terorîstên Daişê êrîşeka berfireh bi dirêjahîya 30 kîlometran kire ser sengerên pêşmerge, terorîstan di xwestin seneryoya Kerkûkê li Şingalê dubare bikin, lê êrîşa wan hate şikandin, gelek trumbêlên xwekujan jî hatine şewitandin û jinav birin.

Serbest Lezgîn bo War da zanîn jî, êrîşa terorîstan saet pêncê sibê, di yek dem da li rojhelat û rojavayê Şingalê, li Girizêr, Domîs, çîyayê Cîdal, Tilqeseb, doryana Um Şebabîk, herwesa kargeha çîmentoyê, hate kirin, terorîstan giranîya êrîşa xwe xist ser bereyê Girizêr û bi 16 trumbêlên serbazî û TNT kirî, êrîşî sengerên pêşmerge kirin.

Herwesa da zanîn jî, terorîstên Daişê di xwestin senaryoya Kerkûkê li Şingalê dubare bikin, lê neşîyan bighêjin armanca xwe, êrîşa wan li hemû bereyan hat şikandin, bêtirîya trumbêlên wan yên xwekujan, ji alîyê pêşmerge û frokeyên hevpeymanan hatine şewitandin û jinav birin.

War.tv
Top