Fermandarekî Pêşmerge: Plana ku Barzanî bo Pêşmerge danîbû wekî xwe hat pêkanîn
Îro 24.10.2016ê berpirsê eniya Naweran Serbest Tirwanişî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nexşeya leşkerî ya serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî bo sê eniyan diyar kiribû, wekî xwe hat pêkanîn û bi awayekî serkeftî hat pêkanîn û serkeftinekî mezin li hember DAIŞê hat bidest xistin.’’
Herwaha got: ‘’Me daxwaz ji hêzên hevpeyman kiriye, alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û bi awayekî bihêz binkeyên DAIŞê bombebaran bikin û hemahengiya temamî li gel Pêşmerge pêkbînin.’’ Herwaha got: ‘’Heta cîhê sînorê Kurdistanê be, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê pêşde biçin û wê wan cîha hemûyan bigrin.’’
Basnews
