• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Plana ku Barzanî bo Pêşmerge danîbû wekî xwe hat pêkanîn

Gulan Media October 24, 2016 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Plana ku Barzanî bo Pêşmerge danîbû wekî xwe hat pêkanîn
Fermandariya giştî ya eniya Naweran amaje bi vê dike ku nexşeya leşkerî ya fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kiribû, wekî xwe hate pêkanîn û heta ew cîhê ku sînorê Pêşmerge be ranawestin.

Îro 24.10.2016ê berpirsê eniya Naweran Serbest Tirwanişî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nexşeya leşkerî ya serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî bo sê eniyan diyar kiribû, wekî xwe hat pêkanîn û bi awayekî serkeftî hat pêkanîn û serkeftinekî mezin li hember DAIŞê hat bidest xistin.’’

Herwaha got: ‘’Me daxwaz ji hêzên hevpeyman kiriye, alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û bi awayekî bihêz binkeyên DAIŞê bombebaran bikin û hemahengiya temamî li gel Pêşmerge pêkbînin.’’ Herwaha got: ‘’Heta cîhê sînorê Kurdistanê be, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê pêşde biçin û wê wan cîha hemûyan bigrin.’’

Basnews
Top