• Monday, 23 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge kontrola Başîkê xistin destê xwe

Gulan Media October 23, 2016 Nûçe
Hêzên pêşmerge kontrola Başîkê xistin destê xwe
Hêzên pêşmerge piştî dorpêç kirinê kontrola Başîkê xistin destê xwe.

Di çarçoveya operasiyona mezin ya li dijî terorîstên DIŞIê de, îro hêzên pêşmerge ji sê mihweran ve êrîşên xwe yên berfire li dijî terorîstên DIŞIê domandin û di encama wan êrîşan de ji aliyekê ve hêzên pêşmerge karîn ku her du mihwerên Başîk û Naveranê bigehînin hev û ji aliyeke din ve jî hevdem li gel azada kirina zêdetir ji 7 gundên deverê karîn bajarokê Başîkê jî dorpêç bikin û bigehêjin sînora dawî ya li nêz Mûsilê û niha tenê 8KM maye ku hêzên pêşmerge bigehêjin nava bajarê Mûsilê.

Di operasiyona îroyê de hêzên pêşmerge taktîk û rêbazên xwe yên şerî guhertin û topxaneyên hêzên pêşmerge bi awayekî berfire û tund tororîstên DIŞIê topbaran kirin û hêzên piyade yên pêşmerge jî karîn di sêya topbarana han de pêşrewiyeke gelek baş bikin û xwe bigehînin sînorên dawî yên Kurdistanê.
Top