Serok Barzanî li gel Wezîrê Berevaniya Amerîka civiya
Li civînê de ku bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmetê û her yek ji Şêx Ce'fer Mistefa, Ferîq Şêrwan û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê birêveçû.
Wezîrê Berevaniya Amerîka pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê li Serok Barzanî kir û destxweşiya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û ji bo wê hevbeşî û hemahengiya li navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê da heye, pêzanînên xwe hebû, heman demî de pirse û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên şehîdên Pêşmerge kir û ragihand, spasiya ji bo bi cîhanîna sozên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, ku di encamê de ev serkeftin pêkhatin ku serkeftine ji bo Kurdistan û ji bo Amerîka û ji bo hemû cîhanê.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Ashton Carter balkişand li ser piştevanî û hevkariyên Amerîka yên ji bo hêzên Pêşmerge û li berdewamî û dirêjepêdana piştevaniyên Amerîka ji bo hêzên Pêşmerge dupatkir. Her wiha ronahî xiste li ser rola Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan û vê rolê jî ji bo pêkanîna aştî li qonaxa piştî dawî hatina Da'îşê bi girîng wesif kir.
Li beramber da Serok Barzanî behsa girîngiya siyasî û serbazî ya têkşikandina Da'îş li Mûsil û navçeyê û hemû cîhanê kir û xweşhaliya xwe jî beramber wê hemahengiyê nîşan da, ku li navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê da heye û balkişand li ser pêwîstiya plan û rêkkeftinekî siyasî ku ji bo birêveçûna paşaroja Mûsilê, bo ku eve bibê sedemek û mîsogeriyek ji bo rêgirtina li serhildana kêşeyan. Heman demî de baweriyek jî dibê ji bo parastina pêkhatên bajar bi taybetî jî pêkhatên Mesîhî û Êzdî.
Her li vê civînê de behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û pêdiviyên serbazî û serkeftinên hêzên Pêşmerge li bereya Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Mûsilê kir û Serok Barzanî balkişand li ser qurbanîdan û xweragiriya Pêşmerge û gelê Kurdistanê ku bûye hewêna serkeftinan dijî terorîstan û ragihand ku ew qurbanîdan jî cihê şanaziya meye.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Amerîka, xweragirî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi şanaziya ji bo hemû cîhanê da zanîn û ragihand, heqê we ye şanaziyê bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge û gelê xwe bikin, em jî şanaziyê bi dostayetiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dikîn.
Li mijareke dinê civînê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya li Suriye û naveroka qonaxa piştî dawî hatina Da'îşê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Hêjayî gotinêye, îro yekşem Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Amerîka û şandekî li gel li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.
