• Monday, 23 February 2026
logo

Rêveberek: Ashton Carter bi peyamekî nû bo kurd ve hatiye

Gulan Media October 23, 2016 Nûçe
Rêveberek: Ashton Carter bi peyamekî nû bo kurd ve hatiye
Rêveberekî PDKê ragehand, wezîrê berevaniya Amerîkayê bi peyamekî nû bo gelê kurd ve hatiye.

Endamê rêveberiya PDKê Elî Husên ji BasNewsê re ragehand, ku wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter li Hewlêra paytext li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêveberên siyasî û fermandarên Pêşmerge wê bicive û gotûbêja pejirandina operasyona rizgarkirina Mûsilê wê bikin.

Li gor Elî Husên Ashton Carter di vê serdana xwe ya Hewlêrê de, ku piştî vê wê serdana Bexda bike, peyamekî nû aniye û wê piştrast bike ku piştevaniya zêdetir wê ji aliyê Amerîkayê ve bo Pêşmerge bê dayîn.

Îro 23.10.2016ê wezîrê berevaniyê Ashton Carter bi serdanekî fermî geheşte Hewlêrê û ji aliyê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Pêşmerge Kerîm Sincarî ve hate pêşwazî kirin.

Basnews
Top