Wezîrê Amerîkayê soz da pêşmerge!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter îro danê nîvro civiyan.
Piştî civînê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên derbarê naveroka civînê de ji Rûdawê re got: “Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji ber serkeftinên operasyona Mûsilê spasî li serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir.”
Husên da zanîn, ku di civînê de çawaniya hevkariya ji bo hêzên pêşmerge, pêşbîniyên şerê Mûsilê, rewşa Mûsil û deşta Nînowayê ya piştî rizgarkirinê jî hatine rojevê.
Fûad Husên diyar kir ku di pêşxistina pêwendiyên Bexda û Hewlêrê mijareke din ê civînê bûye û got:
“Birêz Carter silavên serok Obama gihandine serok Barzanî. Behsa serdana xwe ya Enqere û Bexdayê kir. Di civînê de nakokiyên di navbera Enqere û Bexdayê ya li ser mijara operasyona Mûsilê jî hatine gotûbêjkirin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên diyar kir ku roja 20ê Cotmehê di dema operasyona Mûsilê de firokeyên şer weke pêwîst hevkarî nekirine lê ev mijar jiber kêmasiyekî çêbûye û wiha got:
“Di 20ê mehê de, di dema operasyona Mûsilê de jiber kêmasiyekî, bombebarana firokeyan weke pêwîst nebûye. Lê di van 3 rojên dawiyê de firoke bi awayekî çalak di nav operasyonê de rol dibînin. Piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo operasyonê jî hate ziman.”
Husên da zanîn derbarê alîkarî û dabînkirina pêwîstiyên pêşmerge de Ashton Carter soz daye ku ew bi xwe li ser vê mijarê bisekine.
Fûad Husên herwiha got: “Ev şer ji bo rizgarkirina Mûsilê û xelkê deşta Nînowa ye û dê bi serkeftina Hêzên Pêşmerge bigihe encamê.”
Rudaw
