• Monday, 23 February 2026
logo

bîlançoya şerê Kerkûkê eşkere kir

Gulan Media October 23, 2016 Nûçe
bîlançoya şerê Kerkûkê eşkere kir
Hat zanîn ku di encama êrişa çekdarên DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê de, bi dehan pêşmerge, karmendên asayişê û sivîl şehîd bûne, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyekî taybet li Kerkûkê, ji BasNewsê re da zanîn ku di encama êriş û şerê ku roja 21 vê mehê li Kerkûkê qewimî, 99 kes şehîd bûne û 230 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên wî jêderî, di nav şehîdan de 42 polîs, 17 pêşmerge, 13 karmendên asayişê, karmendekî Dijîterorê û 26 sivîl hene.

Hat zanîn ku gelek çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin ku 63 cenazeyên DAIŞê li morga nexweşxaneya Kerkûkê hatine komkirin.

Basnews
Top