• Monday, 23 February 2026
logo

Li Kerkûkê bîlançoya giran

Gulan Media October 23, 2016 Nûçe
Li Kerkûkê bîlançoya giran
Di encama şerê duh înê li Kerkûkê yê navbera çekdarên DAIŞê û Hêzên Pêşmerge, Asayiş û Polîs de, zêdetirî 3 milyon dolaran zirar gihîştiye vî bajêrî.

Duh înê 21ê Cotmehê saet 03:30ê serê sibehî komeke çekdarên DAIŞê êrişî çend taxên bajarê Kerkûkê û navçeya Dûbiz û çend gundên derdorê kirin û di navbera wan û Hêzên Pêşmerge, Asayiş û Polîsê Kerkûkê de şerekî giran derket.

Piştî şer û pevçûnên dijwar, di saetên dawî yên şeva heman rojê de, Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê rewşa Kerkûkê kontrol kirin û hemû çekdarên êrişkar ên DAIŞê kuştin.

Li gorî zanyariyên, ji bilî zirarên canî, di encama wê êrişa DAIŞê de, zirareke mezin a darayî jî gihîşt bajarê Kerkûkê û çekdarên DAIŞê zirarek mezin gihandin otomobîl, mizgevt û xwandingehên bajêr.

Di heyama wan 2 rojan de, 42 otomobîlên hêzên ewlehiyê û 11 otomobîlên welatiyên sivîl li Kerkûkê şewitîne û li gorî texmînên Polîsê Kerkûkê, bi qasî zêdetirî 3 milyon dolaran zirar gihîştiye vî bajarî.

Xwediyê pêşnageheke otomobîlan li Kekrûkê, bi anvê Necat Ebdullah di vê bareyê de ji Rûdawê re got, piraniya otomobîlên di pêşangeha wan de zirar dîtine, ku bi gotina wî piraniya wan giranbuha ne û di encamê de nêzîkî 1 milyon dolarî zirar gihîştiye wî.

Metirsî bo ser taxên Kurdî yên bajarê Kerkûkê car bi car derdikevin.

Ji ber êrişên vê dawiyê yên DAIŞê, welatiyên taxên Kurdî yên Kerkûkê hêj naçin ser karê xwe û dest dane çek û dixwazin li gel hêzên ewlehiyê rê li êrişên çekdarî di nav Kerkûdê de bigirin.

rudaw
Top