Mesrûr Barzanî: Têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî ve nêzîk e
Îro 22 Cotmehê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Brett Macgork û şanda ligel wî kir, li gorî daxuyaniyekê û kopiyek gihşte destê BasNews, di civînê de behsa operasyona azzadkirina Mûsilê û dawî pêşhateyên siyasî li navçeyê hatine gotûbêjkirin, Brett Macgork tekezî li ser berdewamiya alîkariyên ezmanî di şerê Mûsilê de kiriye, derbarê pêşveçûnên ber biçav ên vê dawiyê yên hêzên Pêşmerge Barzanî ev yek wek “nîşana nêzîkbûna têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî” da zanîn.
Ji aliyê xwe ve Brett Macgork tekez kirk u ew dê berdewam alîkariya Pêşmerge bikim û got: “Em bi hevre ne û em dê berdewam piştevaniya we bikin heta ku ev dijminê tund têkbişkê.”
Di beşekî din ji civînê de behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda hate kirin, hemahingî û karê hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de jibo azadkirina Mûsilê bi pêngaveke girîn û durust jibo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda da anîn ziman.
Di heman civînê de Nûnerê Obama sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest herwiha hêvî kir ku, herî zû birîndar jî werin çareserkirin û vegerin nav mal û erkên xwe, ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bi malbatên serbazên amerîkî ku bûne qurbanî eşkere kir û spasiya hevpeymanan kir li ser alîkariya wan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de.
Basnews
