Mesrûr Barzanî serxweşî arasteyî malbatên Pêşmergeyên şehîd û xelkê Amerîka kir
Barzanî nivîsiye: “Serxweşiyê li malbatên şehîdên Pêşmerge dikim, herwiha serxweşiyê li xelkê Amerîka dikin bi sedema ku leşkerê Amerîkî Jason Finan cane xwe ji dest daye.”
Di posteke din de Barzanî pîrozbahî li hêzên Iraqî li ser pêşveçûnên wan kiriye, û serxweşî arasteyî xelkê Iraqê kiriye li ser şehîdabûna hejmarek leşkerên Iraqî di operasyona azadkirina Mûsilê de.
Roja Pêncşema borî, bi sedema teqîna bombeyek çandî, leşkerekî Amerîkî binavê Jason Finan cane xwe ji dest dabû. Wezareta Berebaniya Amerîka jî di daxuyaniyekê de bûyera mirina leşkerê amerîkî piştraskiribû.
Basnews
