Di navbera YPGê û Artêşa Azad de şer derket
Medyayên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin, ku îşev 22ê Cotmeha 2016 di navbera şervanên Ceyş El-Suwar (YPG piştgiriya wê dike) û komeke çekdarên Aretêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê de şer derketiye.
Li gorî wan çavkaniyan, şer li bajarokê Şêx Îsa yê li Herêma Şehba ku dikeve navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê, derketiye.
Çavkaniyên YPGê aşkera kirin, ku di encama vî şerî de, 1 femandeyê Artêşa Azad a Sûriyê ku di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de serkirdatiya komeke çekdarên dike, hatiye kuştin.
Serkirdeyê kuştî yê Artêşa Azad, berpirsê komeke Dijbereya Sûriyê li bajarê Ezazê bûye.
Herwiha heman çavkaniyan dan xuyakirin, di şer de 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê jî hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê roja pênşemiya hefteya bihorî 20ê Cotmehê bi topên dûrhavêj û herwiha firokeyên şer êrişî çend deverên ser bi Kantona Efrînê û Herêma Şehba kiribû.
Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de îdia kiribû, ku 26 êrişên esmanî li dijî 18 binke û baregehên YPGê pêk aniye û di encamê de 160 heta 200 şervanên YPGê kuştine.
Lê belê YPGê ew îdiaya Artêşa Tirkiyê red kir. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim jî ragihand, ku îdiaya Tirkiyê derew e û Artêşa Tirkiyê welatiyên sivîl kirine armanca êrişên xwe.
Ji aliyekê din ve, endamekî Encumena Babê jî ragihand, ku di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê de 10 şervan û 4 kesên sivîl şehîd ketin.
Her di roja pênşemiya bihorî de, her yek ji Ceyş El-Suwar, Encumena Leşkeriya Babê, Hêzên Bergirî li Jinên Şehba, Hêzên Çekdarên Deştên Helebê, Fermandeyiya Demokrat a Bakûr û Fermandeyiya Cebhet El-Ekrad, ku YPG piştgiriya wan dike, daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin, ku êdî sînorê tehemûla wan nemaye û ji niha û pê ve dê bersiva her êrişeke komên ser bi Tirkiyê ve û hêzên beşdar di Mertala Firatê de bidin, ku bi awayeke berdewam êrişî wan dikin.
Artêşa Tirkiyê di roja 20ê Tebaxê de, bo girtina bajarokê Cerablusê leşkerên xwe derbasî nav axa Sûriyê kir û navê Mertala Firatê li operasyona xwe kir.
Bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê, çend komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê jî li sînorê navbera Ezaz û Cerablusê dest bi operasyonan kirin.
Rudaw
