Peyama Serok Barzanî ya ji bo hemwelatiyên bajarê Kerkûkê
Di derbarê êrîşa roja înê 21.10.2016 ya li ser bajarê Kerkûkê spasî xweragirî û hevkariya nîştecihên xweşdiviyên bajarê Kerkûk û Saziyên Emniyan dikim û pirse û serxweşiyên xwe ji bo kesukarên şehîdên êrîşa terorîstî radigihînim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Ev êrîş hewleke neçara terorîstane ya qerebûya şikestên wan li beranber Pêşmerge yên li bereyên şer. Li gel eve jî hemwelatiyên bajarê Kerkûk û hemû gelê Kurdistanê ji wê yekê dilniya dikim ku pişt bi xwedayê mezin bi îradeyekî bihêz û bi yekrêziya Pêşmerge û cemawerê dilsoz rûbirûyê terorîstan radiwestîn û hewlên wan têkdişkînîn.
Her di destpêka êrîşa roja înê min bi hurî duvdaçûna rewşê kiriye û birêz Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Kerkûkê û hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî raspardiye ku bi lez kontrola rewşê bikin û wan rêzdaran desthilateke tevahî heye ku rêwşuwênên pêwîst ji bo pêdaçûna bi plana emnî ya bajar û sînorê Parêzgeha Kerkûkê li ber bigrin û ew jî bi navê parastina Kerkûk û hemwelatiyên sînorê wê parêzgehê ye û rêgirtina ji êrîş û destdirêjiya terorîstan û her rûdanekî nexwestî. Bi her nirxek bê Kerkûk parastî dibê û nakevê destê dijminan.
Mesûd Barzanî
22.10.2016
