• Monday, 23 February 2026
logo

KERKÛK – Pevçûnên dijwar diqewimin!

Gulan Media October 22, 2016 Nûçe
KERKÛK – Pevçûnên dijwar diqewimin!
Li navenda bajarê Kerkûkê di navebera hêzên ewlekariyê û çekdarên DAIŞê careke din şer dest pê kir. Hêzên ewlekariyê dora avahiya ku DAIŞiyan xwe veşetyiye girtine.

Piştî şer û pevçûnên giran ên duh ên li Kerkûkê, hêzên ewlekariyê lêgerîn û kontrolên tax û malan berdewam dikin.

Îro li taxa Domîzê ku piraniya wê taxê erebnişînin, komek çekdarên DAIŞê di nava dibistanekî de hatin dîtin. Hêzên Lîwaya Teybet a Kosret Resûl dora dibistanê girtin û pevçûnan dest pê kir.

Li gorî agahiyan di nava dibistanê de 5 çekdar hebûne û 3 ji wan hatine kuştin.

Hêzên ewlekariyê bi çekên giran û hawinan li dibistanê didin. Pevçûn didomin.

Hêjayê gotinê komek çekdarên DAIŞê demjimêr 03.30ê sibêya roja Înê (21-10-2016) dize kirine nav bajarê Kerkûkê, navçeya Dubizê û çend gundekî vê herêmê.

Çekdaran li navenda Kerkûkê xwestin baregahên polîsan yên Domîz û Edeleyê, avahiya parêzgariyê, avahiya rêveberiya kevin a polîsan, avahiya polîsên hawarhatinê kontrol bikin. Lê piştî ku li van navendan rastê berevaniya hêzên ewlekariyê hatin, çekdaran berê xwe dane otêl, mizgeft û hêlînxaneya zarokan.

Pevçûnên di nav bajêr de ji destpêka sibê heta derengiyên êvarî berdewam kirin.

Rudaw
Top