KERKÛK – Asayîşa PKDê: 10 karmendên me şehîd bûn
Helo Necad Ji Rûdawê re got: “Armanca êrîşa DAIŞê ya li ser Kerkûkê, kêmkirina guvaşa li ser Mûsilê bû.”
Necad derbarê hatina çekdarên DAIŞê ya nav bajêr de jî ragihand: “Di nevbera nahyeya Beşîr û navçeya Daqûqê valahiyek heye. Ji wî sînorê ve karîne dize bikin nav Kerkûkê.”
Derbarê encamên pevçûnana de jî Rêveberê Asayîşa PDKê li Kerkûkê da zanîn ku 10 karmendên wan şehîd bûne.
Li bajarê Kerkûkê ji bilî hêzên pêşmerge û polîs, hêzên asayîşa PDK û YNKê hene.
Rudaw
