Pêşmergeyekî şehîdê Kerkûkê: Heta dawî henase ez dê berevaniyê li vê axê bikim
Di êrîşa îro ya çekdarên DAIŞê bo ser Kerkûkê di nav bajarê Kerkûkê de, hejmarek welatî û Pêşmerge şehîd û birîndarbûn.
Mihemed Burhan Xefûrî yek ji Pêşmergeyên ku îro li Kerkûkê şehîdbûn, di posekê de li ser Facebook a xwe nivîsîbû: “Ez şanaziyê dikim ku ez Kurdim, şehnaziyê bi alaya xwe dikim, heta dawî hense ez dê berevaniyê li vê axê bikim, bijî Kurdistan.”
Vê sibehê, hejmarek çekdarên terorîstên DAIŞê êrîş birin ser navenda bajarê Kerkûkê, lêbelê ji aliyê xelkê û Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşa wan hat têkşikandin.
Basnews
