Ebadî hêzeke zêde dişîne Kerkûkê
Derbarê wê fermanê, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Serokwezîrê fermanda ye hêzeke zêde bo bajarê Kerkûkê were rêkirin daku, rêgiriyê li pêşiya êrîşên DAIŞê were kirin.
Duh, hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, lê Hêzên Pêşmerge û Polîsên navxweyî ew êrîş şikandin û piraniya wan çekdaran hatin kuştin.
K24
