• Monday, 23 February 2026
logo

Li Mexmûrê 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media October 22, 2016 Nûçe
Li Mexmûrê 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Li sînorê Mexmûrê êrişa çekdarên DAIŞê hat têkbirin û di encamê de 11 çekdarê wê rêxistinê hatin kontrolkirin.

Serpireştê Mêhwera Guwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Saet 17:00ê êvariya roja înê 21ê Cotmeha 2016, DAIŞê li sînorê Mexmûrê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.”

Sîrwan Barzanî got: “Li sînorê Memxûrê şer û pevçûnên navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê bo dema 2 saetan berdewam kiriye û êriş ji aiyê pêşmergeyan ve hatiye têkşikandin.”

Barzanî da xuyakirin: “11 çekdarên DAIŞê di vê êrişê de hatin kuştin.”

Serpireştê Mêhwera Guwêr-Mexmûrê herwiha behsa wê yekê kir, ku niha rewş aram bûye û hêzên hevpeymanan jî alîkarî dane Hêzên Pêşmerge.

Ev êriş di demekê de bûye, ku hevdem çekdarên DAIŞê li rojavayê Kerkûkê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.

Berpirsê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand, saet 17:00ê êvariya îro ji çend milan ve êriş birin ser sengerên Hêzên Pêşmerge, lê belê êrişa wan hat têkbirin.

Îro înê ji saet 03:30ê serê sibehî ve çekdarên DAIŞê êrişî çend taxên nav bajarê Kerkûkê û navçeya Dûbiz û çend gundên sînorê Kerkûkê kirin û şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.

Rudaw
Top