35 dîplomatîkên Tirk daxwaza penaberiyê ji Almanya kirine
Wezareta Navxwe yê Almanyayê pirsa Parlementerê Partiya Keskê Ozcan Mutlu bersivand û da zanîn ku, 35 kesên xwedî pasaportên dîplomtîk in ji Almanyayê daxwaza penahendebûnê kirine. Serdozgeriya Federal û Dadgehên Bilind li ser daxwaza dîplomatên Tirkiyê lêkolînan dike.
Berî niha jî televîzyonên Almanyayê ragihandibûn ku, piştî hewla derbeya leşkerî pasaportên 8 dîplomatên Tirkiyê bi hinceta pêwendiyên wan Tevgera Fetullah Gulen re heye hatibûn betal kirin. Ji wan 3 kes daxwaza penahendebûnê ji Almanyayê kiribû.
K24
