Aşton Karter serdana Tirkiyê kir
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Aşton Karter di çarçoveya serdana xwe de digel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Wezîrê Bergîriyê Fîkrî Işik civiya.
Heta niha derbarê naveroka hevdîtinên Kerter de ti zanyarî nehatine belav kirin.
Lêbelê Karter berî serdana xwe civînek çapemeniyê pêk anîbû û diyar kiribû ku, ew ê digel rayedarên Tirkiyê li ser mijara krîza Suriyê û şerê DAIŞê gotûbêj bikin.
Rudaw
