• Monday, 23 February 2026
logo

Aşton Karter serdana Tirkiyê kir

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Aşton Karter serdana Tirkiyê kir
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Aşton Karter serdana Tirkiyê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Aşton Karter di çarçoveya serdana xwe de digel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Wezîrê Bergîriyê Fîkrî Işik civiya.

Heta niha derbarê naveroka hevdîtinên Kerter de ti zanyarî nehatine belav kirin.

Lêbelê Karter berî serdana xwe civînek çapemeniyê pêk anîbû û diyar kiribû ku, ew ê digel rayedarên Tirkiyê li ser mijara krîza Suriyê û şerê DAIŞê gotûbêj bikin.

Rudaw
Top