Salih Muslim: Pêşmerge bo gelê kurd li Mûsilê şer dike
Li gor Nûçeya Sputnîkê, hevserokê PYD’ê Salih Muslim behsa operasyona Mûsilê kir u wiha axivî: "Hêzên Pêşmerge niha ji bo gelê kurd li Mûsilê şer dikin. Ez ji vir silavên xwe ji wan re dişinim. Ew birayê me û zarokê me ne. Em herdem li kêleka wan in û dikarin piştgiriya wan bikin. Hêzên Pêşmerge çawa derbasî Kobanê bûn û alîkariya hêzên YPG’ê kirin, YPG jî li Şengal, Mûsil, Kerkûk û li temamê Kurdistanê dikare piştevanî û alîkariya wan bike. Daxwaza me jî ev e ku hemû hêzên kurd li hemberî rêxistina DIŞIê bibin yek. Em daime dibêjin bila hemû hêzên kurd di bin fermandariyekê de bibin yek. Divê baregehe hêzên kurd jî hebe. Helbet ev jî girêdayiyê civîna Kongreya Neteweyî ye."
Salih Muslim di axaftina xwe de da zanîn ku "Li Mûsilê ne YPG û ne jî hêzeke pê ve girêdayî tuneye. Kesî ew venexwendin. Lê rêxistina DIŞIê ku dijminê kurdan e li ku derê be YPG amade ye ku şerê wan bike. Heke ji bo şerê Mûsilê daxwazê ji me bikin em ê tevlî bibin.”
Hevserokê PYD’ê li ser îdîaya ku Tirkiyê gotibû hêzên YPG’ê êrişî bajarê Hatayê kirine jî got: "Hêzên YPG’ê ji bajarê Efrînê ti top û hawan neavîtine Hatayê û ev îdîa derew e.”
