• Monday, 23 February 2026
logo

Rayedarekî Wezareta Pêşmerge: DAIŞî di nav koçberan de derbasî nav Kerkûkê dibin

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Rayedarekî Wezareta Pêşmerge: DAIŞî di nav koçberan de derbasî nav Kerkûkê dibin
Rayedarekî Wezareta Pêşmerge dibêje, ew çekdarên DAIŞê yên îro êrişî Kerkûkê kirin, di nav koçberan de derbasî nav bajêr bûne.

Berdevkê medyayî û hişariyê yê Wezareta Pêşmerge, Helgord Hikmet derheqê êrişa îro ya çekdarên DAIŞê li bajarê Kerkûkê ji televîzyona K24 re axivî û got, ew çekdarên ku îro êrişî Kerkûkê kirin, xwe di nav koçberan de veşartibûn.

Helgord Hikmet her wiha got, Herêma Kurdistanê neçar e li gorî qanûnên navdewletî alîkariya koçberan bike, terorîstên DAIŞê jî vê firsendê bikar tînin û êrişên terorîstî dikin.

Wî rayedarê Wezaret Pêşmerge bang li dezgehên ewlehiyê kir, tedbîrên tund li hember koçberan bigirin û nabe êdî mîna berê reftar bikin.

Basnews
Top