Rayedarekî Wezareta Pêşmerge: DAIŞî di nav koçberan de derbasî nav Kerkûkê dibin
Berdevkê medyayî û hişariyê yê Wezareta Pêşmerge, Helgord Hikmet derheqê êrişa îro ya çekdarên DAIŞê li bajarê Kerkûkê ji televîzyona K24 re axivî û got, ew çekdarên ku îro êrişî Kerkûkê kirin, xwe di nav koçberan de veşartibûn.
Helgord Hikmet her wiha got, Herêma Kurdistanê neçar e li gorî qanûnên navdewletî alîkariya koçberan bike, terorîstên DAIŞê jî vê firsendê bikar tînin û êrişên terorîstî dikin.
Wî rayedarê Wezaret Pêşmerge bang li dezgehên ewlehiyê kir, tedbîrên tund li hember koçberan bigirin û nabe êdî mîna berê reftar bikin.
Basnews
