Ebdula Bor: Demekî kurt de wê dawî li çekdarên DAIŞê yên nav Kerkûkê bê
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya Kerkûkê Ebdula Bor ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro saet 05:00ê sibê em hatin agahdar kirin ku êrîş ser awahiya parêzgariya Kerkûkê hatiye kirin û em jî ketin rewşa amadebaşiyê , lê ji ber hebûna hêza asayîş û polîs, me hêza xwe nexist tevgerê.’’
Fermandarê Pêşmerge diyar kir, ew êrîşên DAIŞê bi serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li hemû eniyan ve girêdayî ye û got: ‘’Sedemê dûyem jî bi awayekî veşartî di nav penaberên Hewîce de karîne bêne Kerkûkê .’’
Ebdula Bor daxwaz ji xelkê Kerkûkê kir, ji rewşê piştrast bin û bajêr arame û teqez kir: ‘’Kolan bi kolan, emê li dû DAIŞê bigerin û di çend saetên pêş me de hemûyan emê têkbibin.’’
Basnews
