• Monday, 23 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê: Rewş di bin kontrolê de ye

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Parêzgarê Kerkûkê: Rewş di bin kontrolê de ye
Parêzgarê Kerkûkê ragihand ku hêzên ewlekariyê bi giştî rewşa ewlekariya Kerkûkê kontrol kirine.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re ragihand ku îro danê sibê çend xaneyên nêhînî yên DAIŞê êrîşê çend avahiyeke fermî, mizgeft û avahiyên bilind kirin.

Kerîm got: “Em li hêviyê bûn ku êrîşeke wiha bê kirin. Jiber ku niha operasyona Mûsilê berdewam e û DAIŞ di nava tirsa nemanê de ye. Lewma dihate hêvîkirin ku xaneyên nehînî dest bi tevgereke wiha bikin.”

Necmedîn Kerîm ragihand ku ew agahiyên dibêjin DAIŞî ketine nav avahiyên fermî û leşkerî, ne rast in û hêzên ewlekariyê rê nedane ku çekdar ti avahiyekî kontrol bikin û wiha got:

“Ev du sal in hêzên ewlekariya Kerkûkê di amadebaşiyê de ne. Kerkûk pir baş tê parastin. Ez welatiyan piştrast dikim ku rewş di bin kontrolê de ye.”

Li gorî gotina Parêzgarê Kerkûkê li hemû bajêr rewşa ewlekariyê di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye û tenê di nava mizgeftekê û çend avahiyên bilind xwekujan xwe veşartine û niha ew jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin.

Necmedîn Kerîm diyar kir ku hejmareke zêde yê koçberan hatine hemû bajarên Kurdistanê û metirsî heye ku di nava wan de çekdarên DAIŞê jî hebin.

Çekdarên DAIŞê îro demjimêr 03.30ê danê sibê êrîşî avahiya parêzgariyê, rêveberiya kevin a polîsan, baregaha asayîşa Kerkûkê û çend avahiyên dibistan, mizgeft û hotêlekî kirin.

Rudaw
Top