• Monday, 23 February 2026
logo

Asayîşa Kerkûkê: Heta naha 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Asayîşa Kerkûkê: Heta naha 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Berpirsê ragehandina asayîşa Kerkûkê kuştina 13 çekdarên DAIŞê li êrîşa wan a îro li ser binkeyên ewlehî û hikûmetê yên Kerkûkê de ragehand.

Berpirsê ragehandina asayîşa Kerkûkê Neqîb Ferhat Heme Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî êrîşa şaneyên çekdarên DAIŞê yên nav bajarê Kerkûkê li ser çend binkeyên ewlehiyê û hikûmetê de, bi tundî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve êrîşa wan hat têkbirin û hewldana wan bi armanca têkdana rewşa ewlekariyê ya bajêrê, lê hate pûçkirin.’’

Herwaha got, wek amarên bidest ketine, heta naha 13 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine kuştin û cîhê wan jî hatine kontrol kirin.

Basnews
Top