DAIŞê êrîşê Kerkûkê kir!
Peyanêrê Rûdawê ragihand çend xwekujan îro danê sibê zû li taxên Tisîn û Huzeyran êrîş kirin ser binkeya polîsan.
Peyamnêrê me da zanîn ku du xwekuj çûne nav avahiya rêveberiya kevin a polîsên Kerkûkê. Piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin, yek ji wan xwe teqandiye û yê din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin.
Xwestin bikevin parêzgariyê
Peyemnêrê Rûdawê diyar kir ku 2 xwekujan jî hewldan êrîşî avahiya parêzgariyê bikin lê ji aliyê pasavan û hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.
Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand ku 3 otomobîl li nav Kerkûkê teqiyane lê encamên teqînan nayên zanîn.
Qaidr bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji malên xwe dernekevin.
Serhed Qadir daxuyand ku çekdarên xwekuj êrîşê binkeya asayîş û rêveberiya kevin a polîsan jî kiriye û li van deran jî pevçûn berdewam dikin.
Li gorî gotina Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, di nav bajêr de jî hinek kes hevkariya DAIŞiyan dikin.
Ji aliyê din ve, çend çekdarên din ketine avahiyeke bilind a otêlekî ku dikeve pişta Nexweşxaneya Kerkûkê. Hêzên ewlekariyê dora wan girtine û pevçûn li vir jî berdewam dikin.
Berpirsên ewlekariy3e dibên ev xaneyên nehênî yên DAIŞê bûne û ligel koçberan de hatine nav Kerkûkê.
Çekdaran êrîşê Dubizê jî kirin
Ji aliyê din ve 2 xwekujên DAIŞê li navçeya Dûbiz a Kerkûkê jî ketine avahiya elektrîkê. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê ev herdu xwekuj jî kuştine.
Rudaw
