Serfermandarê Pêşmerge: Navçeyekî berfireh hatiye azad kirin
Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: ‘’Îro hêza Pêşmerge ji sê eniyan ve êrîş ser DAIŞê kir, ew eniyane jî Telsiqof, Naweran û Başîqa ne û heta naha jî pêşdeçûna pir baş birêve diçe û gelek navçeyekî berfireh hatiye azad kirin, bi taybet jî li Naweran.’’
Serfermandarê Pêşmerge got, DAIŞ têkçûnekî mezin li hember Pêşmerge jiyan dike, her çend li hin gundan berevaniyê dikin jî, lê pir bi bandor nînin.
Serfermandarê Pêşmerge got, planekî bihêz bo êrîşê hatiye danîn û hêzên Pêşmerge li gor planê pêşde diçin û êrîş û pêşdeçûna xwe berdewam dikin. Herwaha bi pêkanîna planê ve, ji Mûsilê re pir nêzîkbûne û li hin cîha 7 kîlometre maye bigehin Mûsilê.
Basnews
