• Monday, 23 February 2026
logo

Serfermandarê Pêşmerge: Navçeyekî berfireh hatiye azad kirin

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Serfermandarê Pêşmerge: Navçeyekî berfireh hatiye azad kirin
Serfermandarê Pêşmerge dibêje, hêzên Pêşmerge bo operasyona îro planekî bihêz û tejî dariştiye û heta naha jî pêşdeçûn li gor wê plane birêve diçe.

Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: ‘’Îro hêza Pêşmerge ji sê eniyan ve êrîş ser DAIŞê kir, ew eniyane jî Telsiqof, Naweran û Başîqa ne û heta naha jî pêşdeçûna pir baş birêve diçe û gelek navçeyekî berfireh hatiye azad kirin, bi taybet jî li Naweran.’’

Serfermandarê Pêşmerge got, DAIŞ têkçûnekî mezin li hember Pêşmerge jiyan dike, her çend li hin gundan berevaniyê dikin jî, lê pir bi bandor nînin.

Serfermandarê Pêşmerge got, planekî bihêz bo êrîşê hatiye danîn û hêzên Pêşmerge li gor planê pêşde diçin û êrîş û pêşdeçûna xwe berdewam dikin. Herwaha bi pêkanîna planê ve, ji Mûsilê re pir nêzîkbûne û li hin cîha 7 kîlometre maye bigehin Mûsilê.

Basnews
Top