• Monday, 23 February 2026
logo

Mezinekî êzîdiyên Başîkê: Bila xelkê Başîkê li benda Pêşmerge bin

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Mezinekî êzîdiyên Başîkê: Bila xelkê Başîkê li benda Pêşmerge bin
Mezinekî êzdî ku xelkê devera Başîk-Behzanê ya Mûsilê ye, bang li xelkê wê deverê kir, heta ew der ji aliyê Pêşmerge ve neyên paqijkirin, venegerin malên xwe. Wî mezinê êzîdî her wiha got, bila Başîk û Behzan bibe beşek ji Herêma Kurdistanê.

Operasyona hêzên Pêşmerge li eniyên Naweran, Başîk û Til Siqofê yên Mûsilê didome. Hêzên Pêşmerge dora bajarokê Başîkê girtine û hindik maye derbasî nav bajêr bibin.

Mezinê êzîdî û serokê qewalên êzîdî li Başîk-Behzanê, Behzad Silêman Sifo derheqê operasyona azadkirina Başîkê de ji BasNewsê re got, bila xelkê deverê lezê nekin û li bendê bin heta Pêşmerge wan deveran bi temamî ji terorîstan û teqemeniyan paqij dikin, paşê vegerin.

Behzad Silêman Sifo, ku xelkê Başîkê ye, her wiha got, Başîk û Behzan dê di nav çend saetên bê de werin azadkirin lê pûçkirina bomb û teqemeniyên ku DAIŞê li dû xwe dihêlin, dê dirêj bike.

Wî mezinê êzîdî bang li xelê deverê kir, guh nedin xirabkariyên DAIŞê û peywendiyên xwe yên ayînî û civakî bihêztir bikin.

Serokê qewalên êzîdiyan gazî sazî û dezgehên xêrxwazî jî kir, bo avedankirina Başîk û Behzanê alîkariya xelkê bikin û got, em dixwazin Başîk û Behzan ji Mûsilê cuda bibin û bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top