Kongireya Parîs şehnaziyê bi qurbaniyên Pêşmerge û hêzên din dike
Welatên beşdar di kongireya Parîs de, îro 20 Cotmehê, di daxuyaniyekê de tekez kirin ku, ew dê berdewam piştevaniya Iraqê bikin di şerê lidijî DAIŞê de û azadkirina Mûsilê.
Herwiha amadebûna xwe derbarê alîkariyên mirovî bo koçberên bi sedema şerê li dijî DAIŞê derbirîn, ew jî diriya piştevaniya darayî bo Iraq.
Li Parîs bi beşdarbûna 22 welatan û nûnerê Herêma Kurdistanê jibo gotûbêjkirina rewşa şerê lidijî DAIŞê û paşeroja Mûsilê kongireyek hat lidarxistin.
Basnews
