• Monday, 23 February 2026
logo

Kongireya Parîs şehnaziyê bi qurbaniyên Pêşmerge û hêzên din dike

Gulan Media October 21, 2016 Nûçe
Kongireya Parîs şehnaziyê bi qurbaniyên Pêşmerge û hêzên din dike
Welatên beşdar di kongireya Parîs de, destxweşî û şanazî bi qurbanîdanên hêzên Pêşmerge, artêşa Iraq, Heşda Şeibî, Heşda Eşairî û Polîsên fedralî kir.

Welatên beşdar di kongireya Parîs de, îro 20 Cotmehê, di daxuyaniyekê de tekez kirin ku, ew dê berdewam piştevaniya Iraqê bikin di şerê lidijî DAIŞê de û azadkirina Mûsilê.

Herwiha amadebûna xwe derbarê alîkariyên mirovî bo koçberên bi sedema şerê li dijî DAIŞê derbirîn, ew jî diriya piştevaniya darayî bo Iraq.

Li Parîs bi beşdarbûna 22 welatan û nûnerê Herêma Kurdistanê jibo gotûbêjkirina rewşa şerê lidijî DAIŞê û paşeroja Mûsilê kongireyek hat lidarxistin.

Basnews
Top