• Monday, 23 February 2026
logo

Îran: Em tevlî operasyona Mûsilê nebûne

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Îran: Em tevlî operasyona Mûsilê nebûne
Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney yê bi navê Elî Ekber Welayetî ragihand ku ji xeyrî hêza Iraqê pê ve mafê ti welateke din nîne tevlî operasyona Mûsilê bibe.

Elî Ekber Welayetî ku û di heman demê de Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îranê ye, li Tehranê piştî hevdîtina bi Cîgirê Serokwezîrê Derve yê Brêzîlyayê Fernando Joze Maroni De Abrebo re derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de axivî.

Elî Ekber Welayetî di çarçoveya operasyona Mûsilê de qesta Tirkiyeyê kir û ragihand ku ji xeyrî hêza Iraqê pê ve mafê ti welatî nîne ku tevlî operasyonê bibe.

Welayetî herwiha derbarê vê yekê de got, Îran jî rasterast tevlî operasyonan nebûye.

Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê wiha got: “Hinek welat dema dîtin ku hêza hikûmeta Iraqê heye ku DAIŞê ji Iraqê derbixe hewl didin midexale bikin. Mafê ti welatî nîne tevlî karên navxweyî yê Iraqê bibe. Hinek welat bêyî ku destûra Iraqê bistînin hezeke leşkerî şandine. Ev li dijî yasayên navneteweyî ye.”

Rudaw
Top