PDKÎ: Em amade beşdarî şerê Mûsilê bibin
Endamê Komîteya Navendî ya PDKî û Berpirsê Pêwendiyên wê li Silêmaniyê Tahir Mihmûdî ji BasNrews re ragehand: “PDKÎ amadeye heger daxwaz ji wan were kirin, hêza xwe bişîne şerê DAIŞê di operasyona azadkirina Mûsilê de.”
Di destpêka êrîşên DAIŞê de bo ser Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge daxwaz ji me kir em hêzê bişînin Guwêr û Mexmûr, her demekê Pêşmergeyên Kurdistanê pêwîstî alîkariya leşkerî bibin, Pêşmergeyên PDKÎ amadene bi can û xwîna axa Kurdistanê biparêzin.”
Tahir Mehmûd got jî: “PDKÎ helwêsta xwe bi zelalî jibo piştevaniya Pêşmerge ragehndine, Pêşmerge ji bi qehremaniya xwe destanek mezin jibo gelê Kurd tomarkirine.”
Basnews
