• Monday, 23 February 2026
logo

Iraqê biryara girtina Esîl Nûcêfî derxist

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Iraqê biryara girtina Esîl Nûcêfî derxist
Hat îdiakirin, ku dadgeha Iraqê biryara girtinê derheqê Fermandeyê çekdarên Heşda Niştîmanî, Esîl Nûcêfî derxist.

Daxuyanî ji aliyê parlamenterê sunnî yê parêzgeha Mûsilê, Ebdurehman Luwîzî ve hat.

Parlamenterê Iraqê û Nûnerê Parêzeha Mûsilê, Ebdurehman Luwîzî di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi tohmeta têkiliyên bi Tirkiyê wek hêzek dagîrker re, dadgehê biryar girtina Esîl Nûcêfî daye.”

Hêj ti çavkaniyên fermî ev zanyarî piştrast nekirine.

Hêzên Heşda Niştîmanî yên ser bi Esîl Nûcêfî li kampa Başîkê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tên perwerdekirin.

Ji ber hebûna leşkerên Tirkiyê li wê kampê, aloziyek mezin di têkiliyên navbera Bexda û Enqerê de derketiye.

Rudaw
Top