• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandarekî Iraqê behsa bandora Pêşmerge di operasyona Mûsilê de dike

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Fermandarekî Iraqê behsa bandora Pêşmerge di operasyona Mûsilê de dike
Fermandarê hêzên dijî teror ê Iraqê radigehîne ku Pêşmerge xwedî giraniyekî mezine di operasyona rizgarkirina Mûsilê de.

Fermandarê hêza dijî teror a Iraqê Ferîq Rukin Ebdulxenî El Esedî ragehand ku, serkeftina hêzên Pêşmerge li eniya Xazir û bakûr û rojhilatê bajarê Mûsilê bandorekî erênî kiriye li ser serkeftina operasyona rizgarkirina Mûsilê de.

Ferîq Rukin Ebdulxenî El Esedî ragehand, beşdariya Pêşmerge di operasyonê de wekî xwedî giraniyekî mezine û diyar kir, hemahengiya berdewam di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de heye.

Îro 20.10.2016ê serê sibê saet 06:00 fermandariya giştî ya hêzên Pêşmerge operasyona Pêşmerge ragehand, ku serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê hêzên çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî rasterast serpereştiya operasyonê dike.

Basnews
Top