Fermandarekî Iraqê behsa bandora Pêşmerge di operasyona Mûsilê de dike
Fermandarê hêza dijî teror a Iraqê Ferîq Rukin Ebdulxenî El Esedî ragehand ku, serkeftina hêzên Pêşmerge li eniya Xazir û bakûr û rojhilatê bajarê Mûsilê bandorekî erênî kiriye li ser serkeftina operasyona rizgarkirina Mûsilê de.
Ferîq Rukin Ebdulxenî El Esedî ragehand, beşdariya Pêşmerge di operasyonê de wekî xwedî giraniyekî mezine û diyar kir, hemahengiya berdewam di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de heye.
Îro 20.10.2016ê serê sibê saet 06:00 fermandariya giştî ya hêzên Pêşmerge operasyona Pêşmerge ragehand, ku serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê hêzên çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî rasterast serpereştiya operasyonê dike.
Basnews
