• Monday, 23 February 2026
logo

Holland: Hêzên Pêşmerge bi wêrekî şerê DAIŞê dikin

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Holland: Hêzên Pêşmerge bi wêrekî şerê DAIŞê dikin
Serokê Fransayê di gotarekê de tekeziyê li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge kir û ragehand ku, pêşmerge hêzeke bi wêreke.Da zanîn ku, çekdarên DAIŞê dixwestin ku, Kurdan, xiristyanan û Êzdiyan tûnebikin, lê hêzên pêşmerge rê bi wan nedan.

Serokê Fransayê Fransa Hollande di civîna çend welatan hevpeyman li dijî DAIŞê wiha Got: "Çekdarên DAIŞê dixwestin Kurdan, Xirstyana û Êzdiyan tûne bikin, lê Hêzên Pêşmerge berevaniya wan kir û bi qehremanî rê li pêşiya DAIŞê girt."

Holland e Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi Hêzeke wêreke binav kir û got ku, wan berî niha alîkariya wan kiriye û ew dê li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge berdewam be, herwiha amaje bi rola welatê xwe di operasyona rizgarkirina Mûsil de kir û da zanîn ku, 4 hezar leşkerên Fransî alîkariya Hêzên Iraqî û pêşmerge li Iraqê dikin.

Herwiha Serokê Fransayê Aşkere kir ku, şerê Mûsilê dirêje, lewma pêwîste pilanekî baş bo parastina navçeyên rizgakirî hebe, tekez kir ku, divê rê li pêşiya çekdarên DAIŞê were girtin daku, neçin Reqayêl.

Niha li Fransayê civînek bo welatên Hevpeyman li dijî DAIŞê bi rêve diçe.

K24
Top