• Monday, 23 February 2026
logo

Bi belge…Tirkmenan piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge ragehandin

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
Bi belge…Tirkmenan piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge ragehandin
Hejmarek partî û aliyên tirkmenan piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ragehandin.

Di daxuyaniya ku wêneyekî bo BasNewsê hatiye rêkirin de 11 partî û aliyên siyasî yên tirkmenan tirs û xofa xwe ya piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê anîn ziman.

Partiyên tirkmenan peyamek pêşkêşê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêveberên Iraqê dikin û daxwaz dikin lijneyek bi endamtiya aliyên tirkmenan ve Telafer û Mûsilê re serpereştiya rêveberiyê bike û parastina seqamgiriya wan navçeyane divê pêkbê.

Di daxuyaniyê de partiyên tirkmenan li gel piştevaniya hêzên Pêşmerge û hêzên beşdarê operasyona rizgarkirina Mûsilê dikin, daxwaz dikin piştî rizgarkirina navçeyên tirkmenan referandomek bê pêkanîn ku pêşeroja xwe diyar bikin.

Beyanameya partî û aliyên tirkmen waha ye:

Basnews
Top