• Monday, 23 February 2026
logo

OPERAYONA MÛSILÊ - Pêşmerge Ala Kurdistanê li 10 gundan bilind kir

Gulan Media October 20, 2016 Nûçe
OPERAYONA MÛSILÊ - Pêşmerge Ala Kurdistanê li 10 gundan bilind kir
Hêzên Pêşmerge li eniyên Başîk, Nawêran û Tilsiqûfê 10 gund ji destê çekdarên DAIŞê deranîn û hejmarek gund jî dorpêç kirin.

Îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de, Hêzên Pêşmerge li 4 mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê operasyonek mezin li dijî çekdarên DAIŞê dan destpêkirin.

Eniya Başîk:

Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ku li rojhilatê bajarê Mûsilê ye, gundên Xirape Delîl, Tîsxirapa Mezin, Tîsxirapa Biçûk û Pîrhelan kontrol kir.

Ji eniya Başîk ve Hêzên Pêşmerge tenê kîlometreyekê durê bajarokê Başîk in û berê operasyonê li ser vî bajarokê ye.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ragihand ku Hêzên Pêşmerge piştî kontrolkirina dundê Xirape Delîl û Mezargeha Îmam Riza û gundên din, Ala Kurdistanê bilind kir.

Peyamnêrê me da zanîn ku pêşmerge ji vî eniyê ve 5 kîlometereyan bi pêşve çûne û got:

“Gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çekên wan li qada şer mane. Bi berdewamî çekdarên DAIŞê hewl didin bi otomobîlên bombebarkirî êrîş bikin lê ev plana wan ser nagre. Pêşmerge bi çekên giran û çekên Mîlan û herwiha firokeyên hevpeymanan jî ji esmanan ve mecalê nadin van otomobîlên xwekujiyê.”

Eniya Nawêran:

Li aniya Nawêran ku dikeve bakûr û rojhilatê Mûsilê, Hêzên Pêşmerge heta niha 4 gund kontrol kirine. Hêzên Pêşmerge gundên Nawêran, Qaîm, Simaqî û Barîmen ji çekdarên DAIŞê derxistine.

Li gorî agahiyan li vî eniyê gundên Faiziliyê, Omerqabcî û Xûrsabat jî ji aliyê Lîwaya 7 a Hêzên Pêşmerge ve hatine dorpêçkirin. Bi kontrolkirina van gundan dê plana ji bo Hêzên Pêşmerge hatiye dariştin, cîbicî bibe.

Eniya Tilsiqof:

Li eniya Tilsiqof ku dikeve bakûrê Mûsilê gundê Marora ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin. Di heman demî de Hêzên Pêşmerge gundên Şanî Şîrînê dorpêç kirine ku ev gund nêzîkê gundê Filfilê ye.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ji rojhilatê eniya Tilsiqof ve ragihand: “Pêşmerge piştî rakirina astengiy3en li ser rê, berbi gundê Filfilê ve pêş dikevin ku dikeve ser rêya giştî ya Duhok û Mûsilê.”

Peyamnêrê me da zanîn ku gundên Kanî Şîrînê û Kebrîkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatiye dorpêçkirine ku ev gund ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve tên bombebarankirin.

Peyamnêrê Rûdawê Nêçîrvan Husên jî ragihand: “Piştî kontrolkirina gundê Marorayê, pêşmergeyan berê xwe daye gundê Batne ku ev gundê mesîhiyan bû û ciheke stratejîk e, nêzîkê navçeya Tilkêf e.”

Peyamnêrê mne da zanîn ku çekdarên DAIŞê di nava van gundan de agireke mezin hilkirine da ku bombebrana firokeyan bidin rawestandin.

Rudaw
Top