Barzanî: Çavê Kurd ne li xaka ti kesî ye
Barzanî derbarê destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê de ragihand, îro roja sêyemîn ya operesyonê ye û pêşketinên baş hebûn, dora 300 k.m çargoşe hatiye rizgarkirin. Heta niha jî pêşketin berdewam e.
Tektîka Şer
Derbarê çawaniya rûbirûbûna DAIŞê û TEKTîKA Şer bi wê rêxistinê re, Barzanî ragihand, DAIŞê pişt bi otombîlên bombebarkirî û êrîşên xwekujî dibeste, herwiha çandina mayîn û bombeyan, heta niha dest bi şewitandina petrola reş kiriye, lê ew nabin sedema ragirtina pêşketinên Pêşmerge di operesyonê de.
Girîngiya Mûsilê
Derbarê beşdariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operesyona Mûsilê de û girîngiya derxistina DAIŞê ji wî bajarî de, Barzanî ragihand, bajarê Mûsilê 70 k.m ji Dihokê û 80 k.m ji Hewlêra Paytext dûr e, aramiya wî bajarî bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê heye.
Barzanî tekez kir, çavê Kurd ne li xaka ti kesî ye, lê ew xak, xaka Kurdistanê ye û Kurd tê de dijîn, ku di çarçoveya Parêzgeha Neynewayê de. Derbarê qonaxa piştî DAIŞê de Barzanî ragihand, pêwîst e birêvebirina wê parêzgehê bi awayekî nû were kirin û got: “Nabe em pişt bi tolhildanê bibestin û divê xelkê Mûsilê dilniya bikin û wan biparêzin.”
Hatina koçberan
Derbarê hatina hejmareke zêde ji koçberên Mûsilê bi sedema operesyonê, Barzanî ragihand, heta niha zêdetirî yek milyon û 800 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê ne, ji bilî 300 hezar penaberên Sûrî, tevî ku pirsgirêk niha heye, ligel hikûmeta Iraqê û Netewên Yekgirtî kar li ser wê yekê dikin, hevkariya mirovî û pêwîstiyan dabîn bikin.
Derbarê dema şerê Mûsilê de ku çendî berxwe dide, Barzanî aşkere kir, şer tiştekî ne xweş e û ne li gor daxwaza kesî ye, lê teroristan çavên xwe berdane xaka xelkê û tevahiya cîhanê, ji ber wê ew şerekî giran e û dê berxwe bide.
Herwiha ragihand jî, ne asan e demekê bo şer diyar bikin û got: “Heta dawiyê berdewam dibin.”
Rudaw
